Amerîka 745 miliyon dolar bo artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge dabîn dike

beşeke zêde ji pereyên han bo perwerde kirinê dibe

Li gor daxuyaniyeke wezareta berevanî ya Amerîkayê, biryar hatiye dayîn daku ji bûdceya 2020an ya Amerîkayê, bi qasî 745 miliyon dolar bo hevkarî kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê were dabînkirin.

Li gor daxuyaniya han 308 miliyon ji vê pereyê bo perwerde kirin û pirçek kirina hêzên pêşmerge, hêzên dijî terorê, polîsên federal, hêzên bersifdana bilez û hêzên ewlekariya enerjiyê dibe.

126 miliyon dolarên din bo hevkariya operasiyonan, 189 miliyon dolar bo piştgîriya locistîkî, 28 miliyon dolar bo karûbarên nûjen kirina navendên leşkerî û 94 miliyonên din jî bo dabîn kirina pêdiviyên bi çekan tê bikaranîn.