Şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên Baxozê rizgar kirin
19/2/2019 - 17:58
Şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên ku çeteyên DIŞIê ew weke mertalên zindî di hundir gundê Baxozê de bikar dianîn, rizgar kirin
Li gor nûçeyeke ajansa anhayê şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên ku çeteyên DIŞIê ew weke mertalên zindî di firehiya biçûk ku di bin dagirkeriya wan de maye bikar dianîn, rizgar kirin.
Nûçegihanên me ragihandin ku piştî şervanan sivîl rizgar kirin alîkarî ji wan re pêşkêş kirin. Her wiha nûçegihanên me destnîşan kirin ku piraniya sivîlên hatin rizgarkirin jin û zarok in û şervanên QSD`ê dê wan ber bi herêmên ewle ve bibin.
- Log in to post comments