Li Îtaliyayê pirek hilweşiya û 22 kes can dan

sala 1968an hatiye çê kirin

Îro danê nîvro li bajarê Cenovayê Îtaliyayê pireke mezin yaku li ser otobaneke qerebalix hatibû çê kirin, hilweşiya.

Li gor jêderên Îtalî di encama hilweşîna pira han de 22 welatî canê xwe ji dest dane û 8 welatiyên din jî birîndar bûne.

Herwiha hate gotin ku di encama hilweşîna pira han de yaku di sala 1968dan de hatiye çêkirin 20 tirimbêl jî binketine û rastî zirarên mezin hatine.