Erdogan gef li karsaz û kompaniyên Tirkî dike

erdogan dibêje dolaran nekirin

Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di gotareke xwe de behsa qirîza darayî ya li Tirkiyeyê kir û anî ziman ku tişta Amerîka li dijî Tirkiyeyê dike şereke berfire ya abûriye.

Erdogan di gotara xwe de yaku di civîneke AKPê de pêşkêş kiribû gef li karsaz û kompaniyên Tirkî kir û got: Eger karsaz anjî kompaniyên Tirkî lîreyên Tirkî bifiroşin û dolarên Amerîkî bikirin vê demê emê li hember wan tedbîrên tund bistînin.

Ev çend roje ku jiber nakokiyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê buhayê lîreya Tirkî bi awayekî baldar dabeziye û abûriya Tirkiyeyê rastî qirîzeke gelek dijwar hatiye.