Li parêzgeha Îdlibê 77 kes bûne qurbanî

32 kes di encama teqînê de canê xwe ji dest dane

Jêderên nûçeyan belav kirin ku di encama teqîneke bihêz de li devera Sermeda li parêzgeha Îdlibê herî kêm 77 kes bûne qurbanî.

Jêderên nûçeyan dane zanîn ku berbanga îro li cêyê kombûna awareyên Bakûrê Himsê teqîneke gelek mezin pêk hatiye û di encam de 32 kes hatine kuştin û 45 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor jêderan, teqîna han di nava bînayeke 6 qatî de pêk hatiye û ev bînaya han bi temamî hatiye hilweşandin.