Newroza Tengîserê li cîhanê deng veda

Newroza li Hewramanê tişteke dine

Îsal jî weke her sal li Hewramana Rojhilat Newroz bi girseyî hat pîrozkirin.

Li navçeya Tengîser ya li Hewramana Rojhilat, Kurd bi aheng û çalakiyên curbicur pêşwaziya sersala nû ya Kurdî kirin.

Li navçeya Tengîser ya li Hewramana Rojhilat her sal aheng û çalakiyên curbicur bo Newrozê tên lidarxistin û îsal jî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûna beşeke mezin ji Kurdên Xorasanê û herwiha pêkhateyên din yên Îranê, Newroza xwe pîroz kirin.

Tişta ku bûye cêyê balkêşandinê ji aliyê medyaya cîhanî ve, liber kirina kincên resen û gelerî yên Kurdiye ji aliyê amadebûyan ve.