Sêyemîn mîhrîcana hûner û wêjeya jinê li Qamişloyê hat lidarxistin

Sêyemîn Mîhrîcana Hûner û Wêjeya Jinê

Jinên Rojava, çalakiyên xwe yên 8ê Adarê didomînin.Sêyemîn Mîhrîcana Hûner û Wêjeya Jinê bi pêşengtiya Jinên Rewşenbîr li Navenda Çand û Hunerê ya li Qamişloyê hat lidarxistin
Mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Hevbendiya Jinên Rewşenbîr Ahîn Mihemed axivî û wiha got:"Em vê mîhrîcanê bi rihê berxwedana têkoşîna Efrînê li dar dixin û em diyarî hemû lehengên berxwedêr ku di çeperan de têkoşînek mezin diajon, dikin. Em hêvîdar in ku dê Efrînê bir bikeve û jinê vê serkeftinê bi tililiyên xwe pêşwazî bikin."
Jina Rewşenbîr a ji bajarê Minbicê Xezal Yusif jî diyar kir rihê berxwedana Efrînê dê her zindî bimîne û wiha got:” Ez vê mîhrîcanê li hemû jinan, bi taybet jî li jinên Berxwedana Serdemê pîroz dikim, em wek jinên bajarê Minbicê hatine ji bo ku em beşdarî nava çalakiyên çand û hunerê bibin. Divê em çand, huner û têkoşîna xwe axa xwe û rûmeta xwe ji neyaran biparêze."
Jinên Koma Kevana Zêrîn a mûzîkê sê stiranên bi çoş û xweş bi reng û dengê xwe ji kesên hazir re pêşkêş kirin.
Her wiha di mîhrîcanê de xelatên kesên ku di pêşbirka Kurteçîrok, Helbest û Şêwekariyê de hatibûn hilbijartin hat belavkirin.