Îro salvegera koça dawî ya Idrîs Barzanî ye

beriya 31 salan wefat kir

Îro 31ê Çile salvegera 31.mîn a koça dawî ya Pêşmerge û Têkoşer Îdrîs Mistefa Barzanî ye.

Idrîs Barzanî di Adara 1944an de li navçeya Barzanî di hembêza malbatekê de ji dayik bû, ku çavkaniya dîroka Kurdistanê amaje pê tê kirin, “Ji destpêka sedsala 20emîn de bûbû mala mezin ya Kurdeyatiyê û simbola neteweyî û rûgeha têkoşerên Kurd.”

Idrîs Barzanî temenê wî gihêşt du saliyê, bavê wî Mistefa Barzanî bi mebesta piştevaniyê li Komara Kurdistanê li Mehabadê berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê.

Di temenê 6 saliyê de Idrîs Barzanî li bajarê Kerbelayê bo yekem car çû ber xwendinê û heta rûxandina desthilata Padîşahiyê li Iraqê û hatina Komariyê bi rêbertiya Ebdulkerîm Qasim di sala 1958an de, Idrîs Barzanî bavê xwe nedît, lê di wê sale de Mistefa Barzanî û hevalên xwe ji Sovyêtê vegeriyan û piştî demeke dirêj ji dûrbûnê malbata wî pê şa bûn.

Li gor nivîsên PartiyaDemokrata Kurdistanê, piştî vegera Mistefa Barzanî ji Sovyêtê û serîhildana şoreşa Îlonê di sala 1961an de, Îdrîs Barzanî ji Pêşmergeyên yekem bû ku pêwendî bi rêza şoreşê kir û çek hilgirt û mil bi milê Pêşmergeyan beşdarî di destanên serkeftinên şoreşê de kir.

Idrîs Barzanî di şoreşê de çendîn serkeftinên mezin tomar kirin, ku di destana Çiyayê Hindirîn de di meha Gulana 1966an de encam da û tê de hêza Pêşmerge karî li hember firqe û lîwayên artêşa Iraqê serkeftinên mezin bidest bixe.

Piştî 9 salan ji Pêşmergayetiyê û beşdarbûna di şoreşa Îlonê de, di meha Xizîrana 1970î de di kongreya 8emîn a Partiya Demokrata Kurdistanê de, bo yekem car Idrîs Barzanî bû endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)

Idrîs Barzanî di dîroka tevgera rizgarîxwaza netewî de bi endezyarê li hevhatina niştimanî hate binavkirin û di heman demê di meydana siyasî ya Iraqî de wek kesayetiyekî diyar û bi bandor tê hejmartin.

Roja 31ê Çileya 1987ê, li gundê Silîwana ya ser bi bajarê Urmiyê, Idrîs Barzanî koça dawî kir û li goristana Şino li tenişt bavê xwe Mele Mistefa hate veşartin. Piştî raperîna 1991ê, li ser daxwaza serkirdetiya PDKê termê Mele Mistefa û Îdrîs Barzanî veguhestine Başûrê Kurdistanê û li gundê Barzanê spartine axê.