Amerîka ceza da 9 kesên nêzî rejîma Îranê
5/11/2019 - 09:59
Wezareta xezênedarî ya Amerîkayê belav kir ku di çarçoveya dorpêçên Amerîkayê de yên li dijî rejîma Îranê, 9 kesên din yên nêzî rayedarên rejîmê û kesên girêdayî rejîma Îranê hatin cezakirin.
Di nava lîsteya nû ya Amerîkayê de korê Rêberê şoreşa Îranê Mucteba Xamneyî û Şêwirmendê Rêberê Îranê Elîekber welayetî jî hene.
Herwiha di nava vê lîsteya nû de navê Serokê dezgeha dadwerî ya Îranê Îbrahîm Reîsî jî heye.
- Log in to post comments