Wezîrê Xezîne yê Amerîka: Trump fermana ceza kirina Tirkiyeyê îmze kir

dibêje emê dorpêçên bê hempa li ser Tirkiyeyê deynin

Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donlad Trump biryarnameya pêdana desthilatê bo ceza kirina Tirkiyeyê îmze kiriye.

Li gor Steven Mnuchin Trump desthilat daye wezareta xezêne, berevanî û derve ya Amerîkayê daku cezayên giran biser Tirkiyeyê bisepînin.

Mnuchin dîyar kir ku ew toleyên nû ‘’pir giran bin û vê abûriya Tirkiyeyê têk bibin.

Mnuchin got: Em hêvî dikin ku em wan toleyan bikar neynin, lê ger em bixwazin em dikarin aboriya Tirkiyê hilweşînin.

Piştî Tirkiyê dijî bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê kiribû, di serî de senatoran, dûre jî endamên Civata Nûneran dijî Tirkiyê bernivîsên toleyan hazir kiribûn.

بابه‌ته‌ پەیوەندیداره‌كان

نوێترین ڤیدیۆ

COVID-19
تووشبوون
18,834,716
گیان له‌ده‌ستدان
707,158
چاکبوونەوە
12,024,636
تووشبووان
15,500
گیان له‌ده‌ستدان
586
چاکبوونەوە
9,551
تووشبووان
137,556
گیان له‌ده‌ستدان
5,094
چاکبوونەوە
98,442