Li Îranê 216 kesên din canê xwe ji dest dan

heta niha 15 hezarû 700 kes canê xwe ji dest dane

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 216 kesên din jî ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan û hejmara miriyan derket 15 hezar û 700 kesan.

Di daxuyaniya wezareta tendirostiya Îranê de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Koronayê canê xwe ji dest dan derket 15 hezar û 700î û bi pêketina 2 hezar û 333 kesên din hejmara kesên ku bi Korona ketin bûye 291 hezar û 172 kes.

N: E. G