Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Libnanî civiya
16/9/2019 - 18:41
Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya şandeke parlementoya Libanê kir û li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê civînê de wisa nivîsandiye;
Îro duşem 16 Îlonê me pêşwaziya şandeke Libnanî ya bi Serokatiya parlementer û Serokê firaksiyona Dîdara demokratî li parlementoya Libnanê û Sekirde li partiya sosiyalîsta pêşkeftinxwazî ya Libnanî Teymûr Canpolat kir.
Di civînê de tekezî li ser girîngiya têkiliyên navbera Libnan û herêma Kurdistanê hate kirin û behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera malbata Canpolat û gelê Kurd hatekirin.