Bi qasî 2 miliyar û 500 miliyon dolar rêkeftin îmze kirine.
Li gor daxuyaniya ajansa hevkariya asayîşa berevanî ya Amerîkayê, wezareta derve ya Amerîkayê qebûl kiriye ku bi qasî 2 miliyar û 555 miliyon dolar çek û pêdiviyên leşkerî bifiroşe Misirê.
Li gor rêkeftina han ji bilî çek û amûrên leşkerî, Amerîka herwiha biryar daye ku balefirên kargo yên leşkerî jî bifiroşe Misirê.
Herwiha di nava rêkeftina han de firoştina sîstemên radar jî hatiye erêkirin.
Li gor zagonên Amerîkayê eger heta mehekê Kongrêsa Amerîkayê dijatiya rêkeftina han neke, vê ev rêkeftina han bikeve meriyetê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin