Îraq jî dest bi çê kirina dîwarê dike

bo pêşî girtin ji hatina terorîstan dîwara han tê avakirin.
کوردستان TV
100%

Li ser sînorê xwe li gel Sûriyeyê dîwareke mezin ava dike.

Peyvdarê hikûmeta Îraqê Hesen Nazim di kongreyeke çapemenî de yaku piştî civîna civata wezîran ya Îraqê lidar xist, ragihand ku hikûmet bi mebesta bihêztir kirina pergala ewlekarî ya Îraqê bi taybetî li ser sînoran çend biryarên nû daye.

Hesen Nazim anî ziman ku di civîna civata wezîran de biryar hatiye dayîn daku li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê dîwareke mezin ya betonî were avakirin.

Nazim di beşeke din ji gotinên xwe de da zanîn ku armanc ji ava kirina dîwara han pêşî girtin ji hatina terorîstan bo nava axa Îraqê û parastina asayîşa Îraqê ye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.