Nîvroya îro sêşem Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Konsulusê giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang – Jin kir ku erka wî bi dawî hatiye.
Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji bilî xatirxwestinê, spasî kar û hewlên wî yên ji bo pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Koriya Başûr û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest. Her wiha balkişand li ser rola Tîma Zeytûn ya Serbazî ya Korî û Ajansa Koica û gel û Hikûmeta Koreya Başûr kir ku hevkariyan pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.
Ji aliyê xwe ve Konsuuslê giştî yê Koreya Başûr, spas û pêzanînên xwe ji bo Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê dûpat kir ku di dema erkê xwe da, hevkar û piştevanê wî bûn û hêvî xwest peywendiyên welatê wî li gel Herêma Kurdistanê pêşketîtir bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin