Îsraîl: Em li hember Erdogan bigomanin

dibêjin Erdogan kesekî bêbiryare.
کوردستان TV
100%

Dibêje demeke dirêje Erdogan dixwaze têkiliyan normal bike.

Piştî gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan li dor normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Îsraîlê, nîqaşên li Îsraîlê li ser vê mijarê berdewamin.

Di vê çarçoveyê de rojnameya Haaretz  ya Îsraîlê raportek belav kiriye û di raportê de nêrînên rayedar û dîplomatên Îsraîlî hatine weşandin.

Di beşeke ji raportê de rayedar û dîplomatên Îsraîlî behsa vê yekê kirine ku Erdogan demeke dirêje ku hewl dide daku têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal bike, lê Îsraîl hîn jî baweriya xwe bi Erdogan nahîne jiber ku Erdogan xwedan kesatiyeke ku gelek bilez dikare kesatî û helwestên xwe biguhere.

Di berdewamiya raportê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku Erdogan keseke bêbiryare lewre Îsraîl li hember wî û gavên wî gelek bigomane û naxwaze bo normal kirina têkiliyan lezê bike.

weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Erdogan gotibû hewldanên wan bo normal kirina têkiliyan li gel Îsraîlê berdewamin û mimkune di rojên pêş de Serokkomarê Îsraîlê serdana Tirkiyeyê bike.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.