Li gel Serok WHO civiya.
Îro Wezîrê tendirostiya Kurdistanê Dr, Saman Berzencî li gel Serokê saziya tendirostiya cîhanî ku niha li Hewlêrê ye, civiya û piştî civînê de kongreyeke çapemenî organîze kirin.
Di kongreya çapemeniyê de wezîrê tendirostî Saman Berzencî diyar kir ku, niha hijmara pêketiyên rojane yên Koronayê zêde bûne, lazime welatî pêbendî rêkarên tendirostî yên xweparêziyê bin.
Saman Berzencî herwiha eşkere kir ku, heta niha WHO bi qasî 20 miliyon dolaran pêdiviyên nûjdarî bo rûbirû bûna Koronayê pêşkêşî Kurdistanê kiriye û lazime welatiyên Kurdistanê jî bo xweparêziyê, zêdetir xwe vaksîne bikin û pêbendî rêkarên tendirostî bin.
Nav hatî herwiha eşkere kir ku, lazime hikûmeta federalî bûdceya tendirostî ya Kurdistanê jî dabîn bike û got: Lazime WHO zêdetir di warê tendirostiyê de hevkariya Kurdistanê bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin