Berfê Kurdistan spî kir

li navenda Hewlêrê zêdetir ji 5cm bariye.
کوردستان TV
100%

Li tevahiya deverên Kurdistanê berf barî.

Di çarçoveya pêla duyem ya berf barînê de yaku duhê li Rojavayê Kurdistanê destpê kiribû, şev jî ev pêla han gehêşe Başûr û heta îro danê sibê berdewam kir.

Berfa ku di nava çend seatan de bariye, tevahiya deverên Kurdistanê spî kir.

Rêyên hatûçûyê yên gelek deveran jiber barîna berfê hatine daxistin.

Aliyên têkildar yên hikûmeta Kurdistanê welatiyan hayedar dikin ku baldar bin û eger neçar nebin hatûçûyê nekin.

Herwiha meterolojiya Kurdistanê jî huşdarî dide welatiyan ku pileyên germiyê dadibezin bila welata haya xwe ji xwe hebe.

Ev duyemîn pêla berf barînê ye ku Kurdistanê dide berxwe, di pêla yekem de, li hin deveran berf barî, lê duhê bişev û îro danê sibê li seraserê Kurdistanê berf barî.

Li navenda bajarê Hewlêrê jî zêdetir ji 5 cm berf barî, li Dihuk,Zaxo, Amêdiyê, Akrê, Soran, Şeqlawa, Raniye û Qeladizê, Silêmanî, Helebce û Hewramanê rêjeyê berfê gelek zêdetire.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.