General Mark Milley bi Korona ket

dibêje niha mişxûlî derman kirinê ye.
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî Mark Milley bi vîrusa korona ketiye.

Reutersê da zanîn ku testa Milley ya roja Yekşemê pozîtîf derketiye û dîyar kir ku ew bi semptomên sivik li malê dixebite.

Milley û Serok Joe Biden herî dawî de di 12’ê Rêbendanê de li merasîma binaxkirina General Raymond Ediorn ketibûn temasê.

General Milley diyar kir ku wî vaksîna xurtker jî di nav de vaksînên vîrusa korona li xwe dane.

Reutersê diyar kir ku testên vîrusa korona yên generalên din, ji xêncî ya yekî, negatîf derketine.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin di serê vê mehê de bi vîrusa korona ketibû.

Ew di 9’ê Rêbendanê de piştî testa wî negatîf derketibû ji karantînê derketibû û çûbû ser karên xwe yên li Katalonya.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.