Brîtanya jî piştîvaniya Ukraynayê dike

dibêje em jî rixmî perwerde kirina artêşê vê çek bidin artêşa Ukraynayê.
کوردستان TV
100%

Vê çek û cebelxane bide Ukraynayê.

Qirîza navbera Rûsye û Ukraynayê di navbera welatên Rojavayî û Rûsyeyê de berdewame û welatên Rojavayî jî yek li pey yek biryar dane ku li dijî Rûsyeyê piştîvaniya Ukraynayê bikin.

Di vê derbarê de wezîrê berevanî yê Brîtanyayê Ben Wallace diyar kiriye ku hikûmeta wî jî biryar daye daku li dijî opersiyon û dagîrkariya Rûsyeyê cebelxane bide Ukraynayê û artêşa vê welatî jî perwerde bike.

Beriya niha jî Amerîka bi eşkere diyar kiribû ku li dijî Rûsyeyê piştîvaniya Ukraynayê dike û biryar dabû daku bi qasî 200 miliyon dolaran çek û cebelxane bide Ukraynayê.

Ji aliyeke din ve hin pispor qala vê yekê dikin ku Rûsye hewl bo amadekirina derfetên goncaw bo dagîrkirina Ukraynayê dide û NATO jî gef li Rûsyeyê dike ku hewleke wisa vê encamên nebaş li gel xwe bîne.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.