Serokwezîr li gel wezîrê derve yê Lîtvaniyayê civiya

wezîrê derve yê Lîtvaniyayê duhê hatiye Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Lîtvaniya û Kurdistanê têkiliyên xwe berfiretir dikin.

Îro Serokwezîê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Lîtvaniyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe wisa nivîsand;

Îro duşem 17ê Çiraya paşê me pêşwaziya wezîrê derve yê Lîtvaniyayê Gabrielius Landsbergis kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê prosesa siyasiya Îraqê, pere pêdana têkiliyên du alî û kêşeya Koçberan li Ewrûpayê kir.

Her di heman civînê de me amadebûna herêma Kurdistanê bo hemahengiya pêwîst li gel welatên Yekîtiya Ewrûpayê bo çareser kirina kêşeya Koçberan diyar kir û tekez li ser girîngiya pêşî girtin ji koç kirina derqanûnî û bazirganî kirin bi mirovan kir û balkêşande ser vê yekê jî ku di vê warî de hikûmeta herêma Kurdistanê rêkarên tund yên qanûnî girtiye ber.

Di berdewamiya civînê de wezîrê derve yê Lîtvaniyayê Gabrielius Landsbergis spasiya hemahengî û hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel welatên din yên YE bo çareser kirina kêşeya Koçberan û asankarî kirin bo vegera dilxwaz ya hijmareke zêde ya Koçberan li ser sînorê Belarûsê û welatên YE bo herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê derve yê Lîtvaniyayê herwiha amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina têkiliyan li gel hikûmeta herêma Kurdistanê di wan waran de ku cîhê girîngiya hevbeşin bo her du aliyan bi taybetî di warê xwendin û perwerdehiyê de, diyar kir.

N: E. G

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.