23 sal beriya niha hatiye damezrandin.
Îro 17ê Çiraya paşê roja damezrandina Kurdistantvê ye.
Kurdistantv weke yekem kanala Kurdî ya esmanî di roja 17ê Çiraya paşê bi fermana raste rast ya Serok Barzanî dest bi weşana xwe kiriye.
Kurdistantv li ser esasê xeta nîştimanî û netewî bi girîngîdan bi çanda azadiya raman, azadiya bîr û ramanê û herwiha bi esas girtina binçîneyên demokrasiyê û belav kirina peyama aştiyê xebat kiriye û bûye pêşengek mezin bo ragihandina Kurdî.
Ji bilî karên xwe yên rojane yên taybet bi warê çapemeniyê, Kurdistantv hevdem weke debistanekê jî bûye bo pêgehandina mediyakar, nivîskar û rojnamevanan.
Kurdistantv di 23 salên derbasbûyî de gelek qonaxên curbicur derbas kiriye û gelek caran jî rastî astengiyên curbicur hatiye lê ti carî xebatê xwe newestandiye û berdewam bûye li ser xizmet kirinê.
Kurdistantv hertim weke deng û rengê Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê bûye û deng û peyama aştîxwazane ya gelê Kurdistanê gehandiye cîhanê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin