Li giravên Yûnanê de xendiqî bûn.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, du welatiyên Kurd xelkê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ku xwestibûn biçin Ewrûpayê, li giravên Yûnanê de xendiqîne û canê xwe ji dest dane.
Hengawê belav kiriye ku ev her du welatî hevjînên hevin û navên wan Celîl Rewangerd û hevjîna wî jî navê xwe Sumeye Camxaneye.
Ev her du hevjînên han dema xwestine biçin Ewrûpayê li giravên Yûnanê de canê xwe ji dest dane û termên wan jî roja pênşemê hatine dîtin.
Birayê Sumeyeyê bi navê Ebdulah, ku niha li Yûnanê girtiye, diyar kiriye ku xuşika wî û zavayê wan dişevê de ketine rê û jiber nezanîna cogirafiya deverê ketine nava rûberekê ve û canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin