Niha tendirostiya nexweş başe.
Nûjdarên Amerîkî li zanîngeha Meriland ya li Amerîkayê pêngaveke gelek girîng bo xizmet kirina mirovatiyê avêtin
Nûjdarên vê zanîngehê karîne bo cara ewil, dilê berazek di nava laşê nexweşekî de biçînin.
Mirovê nexweş temen 57 saliye, dilê wî ji kar ketiye û nûjdarên Amerîkî jî karîne di emeliyateke 7 saetî de dilê wî derbixin û di şûna vê de dilê berazekî deynin.
Niha rewşa wê nexweşî 57 salî gelek başe.
Weke tê zanîn beriya niha gorçikên berazan jî bo mirovan hatibûn bikaranîn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin