Qirîza abûrî ya Tirkiyeyê her diçe dijwarti dibe

dolar pîvana dîrokî tomar kir û bû 14.60 lîre.
کوردستان TV
100%

Buhayê dolar bûye 14.60 lîreyên Tirkî.

Di wan rojan de Tirkiye rastî qirîzeke bêhempa ya abûrî û darayî hatiye û buhayê lîreya Tirkiyeyê rojbiroj li hember diravên din dadibeze.

Qirîza darayî, giranî, bêkarî û dovîzê, rixmî destwerdanên bankaya navendî ya Tirkiyeyê, berdewame û hikûmeta vê welatî jî nikare ti çareseriyek jê re bibîne û rixmî bêçareseriyê jî, hikûmet li ser kêm kirina rêjeya sûdên bankî biîsrare.

Di heman çarçoveyê de piştî ku bankaya navendî bi qasî 2 miliyon û 500 hezar dolar firote bazarê, bo ku, dolar negehêje 14 lîreyan, lê dîsa dolar bilnd bû û îro çarşem di dema vekirina borseyan de buhayê yek dolar li hember lîreyê gehêşte 14.60 lîreyan.

Hin pisporên abûrî jî behsa vê yekê dikin ku vê buhayê dolar heta dawiya salê bigehêje 19 lîreyan.

Duhê jî hin çavkaniyên Tirkiyeyê ev yek belav kiribûn ku hikûmet raziye ku dolar bigehêje 22 lîreyan jiber ku di rêkeftina navbera Tirkiye û Qeterê de ya ji cureya Swapê de, buhayê dolarê bi 22 lîreyên Tirkî hatiye diyarkirin.

Duhê jî rayedarekî AKPê yê nêzî Erdogan diyar kiribû ku jiber qirîza darayî vê rewşa awarte li Tirkiyeyê were ragihandin, lê opozîsyona Tirkiyeyê rexne li Erdogan dike û dibêje biryareke wisa vê bibe sedema îflas kirina hertimî ya Tirkiyeyê.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.