Li Bexdayê 3 terorîstên DIŞIê hatin girtin

li Rojavayê Bexdayê hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Di operasiyonekê de ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine girtin.

Fermandariya giştî ya polîs ya li Bexdayê daxuyaniyek weşand û ragihand ku di çarçoveya operasiyonên polîs yên li dijî terorîstên DIŞIê de, îro operasiyoneke din li Bexdayê hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniya polîs de hatiye diyarkirin ku di encama operasiyona han de hêzên polîs karîne 3 terorîstên DIŞIê li Bexdayê binçav bikin.

Ev her sê terorîst li Rojavayê Bexdayê hatine girtin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.