Cîhan bernivîsa Îranê dirand

Macron jî dibêje gera 7an ti pêşkeftinek bi xwe re ne aniye.
کوردستان TV
100%

Li Viyenanê di civînê de hatiye dirandin.

Dema civîna navbera Îran û welatên cîhanê ya derbarê bernameya etomiya Îranê de, şanda Îranî bernivîseke taybet pêşkêşî civînê kiribû, lê welatên beşdar di civînê de ev bernivîsa han, nehatiye pejrandin û hatiye dirandin.

Malbera azusa News belav kiriye ku welatên cîhanê yên beşdar di civînê de eşkere kirine ku bernivîsa Îranê yaku bo gehêştin bi lihev kirinê hatiye îmzekirin, beruvajiya naveroka civînê, xalên ku civaka cîhanî li benda wan bû û herwiha beruvajiya bernameya ku bo civînê hatiye amadekirin, bûye lewre welatên Rojavayê ev bernivîsa han dirandine.

Çavkaniyê diyar kiriye ku Îran di bernivîsa xwe de daxwaza kêm kirina pîwerdariyên Îranê kiriye û welatên cîhanê jî ev yek qebûl nekirine.

Welatên beşdar herwiha eşkere kirine ku bernivîsa Îranê beruvajiya encamên 6 gerên berên yên civînan bûye.

Weke tê zanîn ku Serokê Franseyê jî diyar kiribû ku gera 7an ya danûstandina etomiya Îranê ti encam û pêşkeftinek bi xwe re ne aniye.

N: E.G

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.