Saman Berzencî: Omicron li Kurdistanê nehatiye dîtin

dibêje kesek xwe vaksîne nekiribe nikare biçe debistanan.
کوردستان TV
100%

Behsa wan Mamosteyan dike ku xwe vaksîne nekirine.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Saman Berzencî ragihand ku ev Mamosteyên ku heta niha xwe li dijî Koronayê vaksîne nekirine, ji niha û pêde nikarin biçin debistanan û waneyan bêjin.

Saman Berzencî diyar kiriye ku cîhan li dijî Koronayê di şûna daxistinê de vaksîn çê kiriye lewre lazime em jî xwe vaksîne bikin û xwe biparêzin.

Berzencî herwiha diyar kiriye ku li Kurdistanê de ti haleteke cureya nû ya Koronayê yaku li Efrîqayê derketiye û bi navê Omicron tê nasîn li Kurdistanê de nehatiye dîtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.