Konseya Ewrûpayê li ser Tirkiyeyê dicive

eger heye dorpêçan li ser Tirkiyeyê deyne.
کوردستان TV
100%

Mimkune YE dorpêçan li ser Tirkiyeyê deyne.

Biryare konseya Yekîtiya Ewrûpayê bo giftûgo kirin li ser doseya girtiyên siyasî û çalakvanên medenî li Tirkiyeyê bi taybetî karsaz Osman Kavala bicive.

Di civîna konseyê de vê nîqaş li ser kiriyarên derqanûnî û antî demokratîk yên Tirkiyeyê were kirin.

YE ku beriya niha li ser wan mijaran huşdariyên tund dabû Tirkiyeyê, mimkune di vê civînê de biryara danîna dorpêçan li ser Tirkiyeyê bide, jiber vê çendê tê gotin ku çend cure dorpêçên ku vê werin danîn, di civîna han de têne nirxandin.

Weke tê zanîn ev çend care ku jiber cîhbicîh nekirina biryarên dadgeha mafên mirovan ya Ewrûpayê ji aliyê Tirkiyeyê ve, YE bi tundî huşdarî daye Tirkiyeyê û heta gefa rawestandina danûstandinên endamtiya Tirkiyeyê di nava YE de kiriye.

N: E. G

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.