Amerîka hêzên xwe dişîne Ewrûpayê

beşek ji pergalên berevaniya mûşekî ji deverê bo Ewrûpayê têne şandin.
کوردستان TV
100%

Bi fermana Biden hêzên Amerîkî ji nûve têne bicîhkirin.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihand ku di çarçoveya raporta ji nûve bicîh kirina hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li cîhanê de yaku bi fermana Serokê Amerîkayê Jeo Biden hatiye amadekirin, vê Amerîka hin hêzên xwe bişîne Ewrûpa û navçeya Pasîfîk.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya wezareta berevanî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku her çend planên leşkerî yên artêşa Amerîkayê lazime veşartî bin, lê di çarçoveya plana ji nûve bicîh kirina hêzên leşkerî yên Amerîkî li cîhanê de, vê hinek hêzên Amerîkî ji Rojhilata Navîn ber bi Ewrûpa û herêma Pasîfîkê ve werin şandin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku beşek ji pergalên berevaniya mûşekî ya Amerîkî li Rojhilata Navîn vê ber bi Ewrûpayê ve werin şandin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.