Li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro yekşem 28ê Mijdara 2021an me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson kir.
Di civînê de ku Konsulusê Brîtanyayê yê li herêma Kurdistanê jî têde beşdar bû, me behsa pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraqa piştî hilbijartinan kir û tekez li ser girîngiya rêzgirtin ji encamên hilbijartinan û dest karî nekirina encamên hilbijartinan kir.
Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser reformên kabîneya 9an ya hikûmeta Kuridstanê yaku bi armanca pişt girênedan bi yek çavkaniya dahatê û kar kirin bo danîna jêrxaneke bihêz ya abûrî û guhertina civaka herêma Kurdistanê bo civakeke hêlbirêner hatine, kirin, kir.
Di mijareke din ya civînê de me giftûgo derbarê kêşeya koçberan û pêwîstiya hemahengî û karên hevbeş bo rûbirû bûn û pêşî girtin ji tawanên organîzekirî û koça derqanûnî kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin