Li Îraqê tîmeke sîxorî kirinê hate girtin

li Kerbelayê hatiye girtin lê nayê zanîn sîxorî bo kî, kê kiriye.
کوردستان TV
100%

Ji 5 kesan pêk hatiye.

Artêşa Îraqê ragihand ku hêzên wan karîne li Parêzgeha Kerbelayê tîmeke sîxorî kirinê yaku ji 5 kesan pêk hatiye binçav bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hêzên ewlekarî yên parêzgeha Selahedînê bi hevkarî kirin li gel asayîşa Kerbelayê karîne zaniyarî li dor hebûna tîmeke sîxorî kirinê ku ji 5 kesan pêk hatiye kom bikin û pişt re jî operasiyonek li dijî tîma han lidar bixin.

Di encama operasiyonê de her 5 endamên tîma han hatine girtin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.