Lîreya Tirkî bi berdewamî buhayê xwe ji dest dide

eger heye îro buhayê dolar bigehêje 10 lîreyan.
کوردستان TV
100%

Tê payîn 1 dolar 10 lîreyan derbas bike.

Jiber qirîza abûrî ya li Tirkiyeyê û herwiha jiber nakokiyên Tirkiyeyê yên li gel Amerîkayê, lîreya Tirkiyeyê rojbiroj buhayê xwe ya li hember diravên derve ji dest dide.

Duhê dema daxistina borseyan li Tirkiyeyê buhayê 1 dolara Amerîkî li hember lîreya Tirkî 9 lîre û 87 qirûş bû, lê îro dema vekirina borseyan û piştî ragihandina amarên giraniyê ji aliyê bankaya navendî ya Amerîkayê ve, buhayê her dolareke Amerîkî gehêşte 9 lîre û 94 qirûş.

Herwiha buhayê yek euro jî 11 lîre û 40 qirûşe.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.