Mesrûr Barzanî: Em hewl bo vekirina bazarên derve didin

dibêje vekirina projeyên han dibe sedema parastina asayîşa xwerakê.
کوردستان TV
100%

Çend projeyên taybet bi bazar kirina genimên Cotkarên Kurd vekir.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî di merasîma vekirina çend projeyên girîng yên taybet bi bazarkirina genimên Cotkarên Kurd kir.

Di merasîma han de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, gelek kêfxweşe jiber ku kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê kariye sozên ku dabûn xelkê bicîh bîne.

Serkwezîr Mesrûr Barzanî herwiha ragihand ku projeya vekirina saylo û bibazar kirina genimên Cotkarên Kurd bo parastina asayîşa xwerakê gelek girînge. Hewriha pêngaveke girînge bo vejandina abûrî û kerta çandiniyê li herêma Kurdistanê û vekirina kargehên han jî vê bibin sedema çê bûna derkeftên karî yên zêdetir bo welatiyan.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku, kargehên ku îro hatin vekirin dikarin genimên Cotkarên Kurd werbigirin û berhemên curbicur jê berhem bihînin û jiber vê yekê jî ji niha û pêde Cotkarên Kurd bo firotina berhemên xwe rastî fikaran nayên.

Barzanî ev yek diyar kir ku niha hikûmeta Kurdistanê di hewlên berdewam deye daku bazarên welatên herêmî û yên derve bo Cotkarên Kurd veke daku Cotkar bikaribin berhemên xwe bi hêsanî bixin bazarên navxweyî û yên derve.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de qala hilbijartinên parlementoya Îraqê kir û ragihand ku lazime welatî bi coşeke mezin beşdarî di hilbijartinan de bikin jiber ku hibijartinên vê carê çarenivîssazin û daxwaz jî hiz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir daku di çarçoveyake serdemiyane de propagendeya hilbijartinan bikin û xwe ji teşhîr kirin û êrîşên neheq li ser hev û du biparêzin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.