Balyozê Franseyê bo Serok Barzanî: Dostatiya me hertimiye

tekez li ser girîngiya normal kirina rewşa Şingalê kirin.
کوردستان TV
100%

 

Serok Barzanî li gel balyozê nû yê Franseyê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Franseyê yê li Bexdayê Eric Chevalier civiya.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo balyozê nû yê Franseyê yê li Bexdayê xwest û rixmî balkêşandine ser serdana Serokê Franseyê bo Hewlêrê, hevdem tekez li ser têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera Franse û gelê Kurdistanê de kir.

Di hemen civînê de balyozê nû yê Franseyê yê li Bexdayê Eric Chevalier ji Serok Barzanî re ragihand ku dostatiya Franse ya li gel gelê Kurdistanê hertimiye.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser hilbijartinên parlementoya Îraqê û rewşa Îraqê hate kirin û her du alî hêvî xwestin ku encamên hilbijartinê bibin sedema dabîn kirina aramiyê li Îraqê de.

Rewşa Şingalê jî mijareke din ya civînê bû û her du alî tekez li ser normal kirina rewşa Şingal û deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.