7 leşkerên Tirk hatin kuştin

lîwaya Ebûbekir Sidiq berpirsiyartiya êrîşê girtiye ser xwe.
کوردستان TV
100%

Li Îdlibê êrîşî ser wan hatiye kirin.

Li gor daxuyaniyeke navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî yaku bi SOHR tê nasîn, li Îdlibê êrîşî ser karwaneke leşkerî ya Tirkiyeyê hatiye kirin.

SOHR di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di encama êrîşa han de yaku bi rêya bombeyeke vedayî pêk hatiye, herî kêm 7 leşkerên Tirk hatine kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve wezareta berevanî ya Tirkiyeyê ev nûçe piştrast kiriye û ragihandiye ku di encama êrîşê de 2 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

SOHR ev yek diyar kiriye ku koma çekdar ya Ebûbekir Sidiqê berpirsiyartiya êrîşê li xwe girtiye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.