Bloomberg: Vê Erdogan gelek zirarê bike

dibêje Erdogan dixwaze pere ji YE bistîne.
کوردستان TV
100%

Derbarê rewşa Efxanistanê û armancên Erdogan de babetek weşandiye.

Rojnameya Amerîkî ya bi navê Bloomberg derbarê rewşa Efxanistanê û armancên Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan de babetek weşandiye.

Di babetê de Bloomberg behsa vê yekê kiriye ku niha tişta herî girîng bo Erdogan ewe, ku pêşî ji hatina pêleke din ya awareyên Efxanî bo Tirkiyeyê bigire û eger jî serkeftî nebe, Erdogan dixwaze awareyên Efxanî bo bidest xistina pereyan ji Yekîtiya Ewrûpayê bikar bîne.

Di berdewamiya babetê de hatiye diyarkirin ku Erdogan dixwaze rewşa Efxanistanê jî bo hevsengiyên siyaseta navxweyî bikar bîne, lê encamên pilan û armancên Erdogan yên li hember Efxanistanê, gelek zirarên bidin Erdogan û desthilatdariya wî.

Di beşeke din ya babetê de behsa vê yekê hatiye kirin ku Erdogan li ser parastin û îdare kirina balefirxaneya Kabilê bi îsrare jiber ku parastin û îdare kirina balefirxaneya han ji berejwendiyên Tirkiyeyê zêdetir xizmeta berejwendiyên takekesî û taybetî yên Erdogan dike.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.