Peyama Serok Barzanî ya bo bîranîna 38 saliya Enfala Barzaniyan

beriya 38 salan zêdetir ji 8 hezar Barzanî hatin enfalkirin.
کوردستان TV
100%

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro 38 sal li ser tawaneke mezina rejîma berê ya Iraqê de derbas dibe. Sîh û heşt sal berî niha di rojeke wekî îro de rejîma Bes bi awayeke dirindane heşt hezar zilamên pîr û ciwanên Barzanî li temenên neh sal heta pîremêrên noht salan rapêçê çol û biyabanên Başûrê Iraqê kirin û li wir dirindane hatin komkujî kirin. Ew tawane helqeyek bû ji wê zincîra sîtemkariyaneya li ser zarok û gedeyên gelê Kurdistanê da hatiye, her li bêserûşûn kirina donz deh hezar ciwanên Feylî û Enfala Germiyan û Behdînan û Kîmyanbarankirina Helebçe û deverên dinê Kurdistanê bigre heta asîmîlasyon û veguhestin û êrîşa terorîstan û tawanên li dijî xûşk û birayên me yên Êzîdiyan.

Di bîranîna Enfala Barzaniyan da bi pêwîst dizanim spasî cemawerê deşta Hewlêr û Herîr û Soran bikim ku li wan rojên teng û tarî da Kurdane û merdane hevsozê Barzaniyan bûne û yarmetiya wan dane. Spasî kesukarên enfalan û bi taybetî ew dayik û jinên Barzaniyan dikim ku salaneke dûr û dirêj tehemula çaverêyî û êş û azara ji destdana ezîzên xwe kirine û bûne mînaka xweragirî û qehremanî û serbilindiya zarokên xwe ku li ser exlaqê bilind û Kurdayetî û rêbaza Barzanî perwerde kirin û pêgihandin.

Ew tawan û zulma di derbarê Barzaniyan û gedeyên dinê gelê Kurd hate kirin li ser Kurdbûn û azadîxwaziyê bû û armanca dijminan ewe bû ku îradeya Kurdayetiyê û azadîxwaziya gelê Kurdistanê têk bişkînin. Lê belê îradeya zarokên gelê me gelek ji zebr û zeng û toqandin û jenosayd û enfalan bihêztir bû û encamê de ew îradeya bilind serket û dijmin jî şikestin û serşorî ji bo wan ma. Eve divê bibê dersa îbretê ji bo neyarên gelê Kurdistanê ku li beranber mîlletê mezlûmê Kurd destberdarê eqliyeta înkarkirin û şoveniyetê bin.

Mesûd Barzanî

31.07.2021

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.