Îraq di warê elektirîkê de rastî şikestê hatiye

dibêje kargeh û karxane ji Îraqê vedikêşin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Kurdistanê serkeftiye û lazime buhayê elektirîkê kêm bike.
Serokê komîteya Hawirde û Henardekarên Kurdistanê Ebdulrehman Mistefa ragihand ku siyaseta Îraqê ya bo dabîn kirin û dabeş kirina elektirîkê li Îraqê rastî şikesteke mezin hatiye lewre niha gelek kargeh û karxaneyên mezin jiber nebûna elektirîkê û buha bûna elektirîkê ji Îraqê vedikêşin.
Mistefa eşkere kiriye ku di warê dabîn kirin û dabeş kirina elektirîkê de Kurdistan serkeftî bûye û siyaseteke baş li ser vê mijarê meşandiye.
Nav hatî diyar kiriye ku lazime hikûmeta herêma Kurdistanê bo kargeh û karxaneyan hinek buhayê elektirîkê erzantir bike daku ev karge û karxane weke Îraqê jiber kêşeya elektirîkê dest bi daxistin û vekêşînê ji Kurdistanê nekin.
Serokê komîteya Hawirde û Henardekaran diyar kiriye ku li Îraqê rewşa elektirîka giştî gelek xirabe, eger elektirîka jeneratoran nebe, rewşa Îraqê gelek aloztir dibe.
N: E. G

 

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.