Albûma nû ya Harûn hate belav kirin

navê albûma nû Reve.
کوردستان TV
100%

Ew berhema herî nû ya hunermende.

Di van rojan de hunermend Harûn albûma xwe ya nû bi navê "REV"ê belav kir, di axiftineke dostane de me xwest zêdeti li ser berhemê, şert û mercên afirandina stranan û ramanên wî derbarê berhemê biaxivîn.

 Di derbarê navê albumê Harun wisa got: Rev straneke di albûmê de ye, min xwest ev nav bibe nasname û kesayeta albûmê.

Ez ne bi vê ramanê re me ku stranek weke sernavê hemû albûmê bê hilbijartin, lê bingeha "REV"ê gelek berfireh e. Beriya kurd bûnê weke takekes, weke mirov em di nava şerê jiyanê de ne, li aliyekî şerê li weltan, kuştin, derbiderî,  malwêranî  û li aliyê din di nava kapîtalîzma wehşî de, rêjeya herî mezin a civakê di bin zordariyê de dijî, asta debara jiyanê gelek xirabe û ev yek jî rê li ber sîstema mêrsalariyê vedike, ku sîstemeke çend hezar saliye.

Yek ji wateyên "REV"ê eve ku em nikarin sîng bi sîng li hember wan neheqiyan, li hember ne wekheviyan şer bikin, em direvin û diçin quncikekî ku jiyanekî ava bikin.

Bi kurtî REV hem ava kirine hem xira kirin; Reva ji xirabiyê ber bi başiyê ve. Lazime em nirxê bidin hemû aliyên jiyanê, xwezayê,

“dibe tu li hemberî hêzekî raste rast şer nekî, lê di hundir û derûniya xwe de, di hişmendiya xwe de vê xira dikî”

 https://www.youtube.com/watch?v=bF-hrmGNuyM&ab_channel=RedMusicDigital

 Ev demek dirêj e ez liser çêkirina stranan dixebitim, çêbûna vê albûme gelek tevlihev e, 10 salan piştî belav bûna albûma Rewşenê, min car caran stran çêkirin û danîne kêlekê. Hindek ji van stranan gelek kevnin û beriya çend salan hatine amade kirin, bo mînak strana "Bendik" gelek kevn e, strana "Reş we ba" di dema fermana 74'an de, di van kêliyên nexweş de hate çêkirin.

Wate biryara derxistina albûma REV'ê ne biryareke ser pê û demkî bû, pêkhateya albûmê di demên cuda de hev girtine.

Berê min xwest acostîc çêbikim, ji ber ku gelek bûyer li Kurdistanê qewimîn, hizr û raman hatine guhertin, wan bûyeran bandor li ser min jî çêkirin. 7 heyve min ev biryar da û encam albûma li ber destê guhdarvanan e.

 Taybetmendî û nasnameyeke vê albûmê deng û rêhevaltiya jinan e, piştevanê şerê jinane.

Aliyeke aram a albûmê heye, mebest eve jiyan kêlî kêlî bê tam kirin. Gelek aliyên netewî têde hene, qet xwe êş û janên netewetiyê dûr nagire û jê qut nebûye. Di hindek stranan de lêgerîna wateya jiyan û evînê hene ku aliyê herî bi hêz a albûmê ye. Ev lêgerîn ji bo berfireh bûna dilê mirovan e û xweza jî bersiva wê dide me.

 Me du kilîpstran çêkirine û amadekariya du kilipstranên din jî hene. Kilîpa strana "Xengilok" ê bi dawî bûye û li ser yên din jî dixebitin.

 https://www.youtube.com/watch?v=yyscjdg5tMg&ab_channel=RedMusicDigital

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.