Serokwezîr li gel nunera Sekreterê NY civiya

dibêje lazime kêşeyên heyî li ser esasê destûrê werin çareserkirin.
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsand;

Îro sêşem 15 Îlona 2020an me pêşwaziya nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de me derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraqê, têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî kir. Me balkêşande ser dom kirina giftûgoyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û tekez li ser çareser kirina bingehîn ya kêşeyan li ser esasê destûra Îraqê û di çarçoveya parastina pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê û li ber çav girtina berejwendiyên welatiyên Îraqê kir.

Mekanîzma hilbijartinên pêş yên Îraqê û afirandina derfetê bo vegera awareyên ku li herêma Kurdistanê ne bo cîhên xwe mijarên din yên giftûgoyên me bûn.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.