Vîrusa Korona li Îtalya zêdetir ji 6 hezar kes kuştiye

rojane bi dehan kes canê xwe ji dest didin
کوردستان TV
100%

Zanîgeha Johns Hopkins ya ser pêketîyên vîrusa korona pêzanîn berhev dike ragihand ku wê vîrusê li seranserê cîhanê ketiyê canê bi qasî 375,000 kesan.

Li gor pêzanînên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li temamê dinê 16411 kes kuştine.

Îtalya bi 6077 mirinên jiber vîrusa korona di rêza pêş de ye.

Li dû Îtalya, bi 3153 mirinên li Hubei, Çîn tê û li dû wê herêmê jî bi 2207 mirina Îspanya tê.

Li New York ya Amerîka 157, li Washingtonê jî 75 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.