Şerê li Îdlibê berdewame û artêşa rejîmê di pêşrewiyê deye

Rûsye û Sûriye bi hev re operasiyon dane destpêkirin
کوردستان TV
100%

Duhê rexmî agirbesta ku hatiye ragihandin, hêzên rejîma Sûriyeyê operasiyoneke berfire li dijî cîhadiyên Tirkiyeyê yên li Rojhilatê Îdlibê destpê kir.

Li gor jêderên nûçeyan ji Sûriyeyê, artêşa Sûriyeyê bi rêya bejahî û balefirên Rûsî jî bi rêya asmanî beşdarî di operasiyonê de kirine û li Rojhilatê Îdlibê artêşa Sûriyeyê pêşrewî kiriye û çend dever ji destê cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê rizgar kiriye û xaleke din ya çavdêriyê ya artêşa Tirkiyeyê ya li Îdlibê dorpêç kiriye.

Ji aliyeke din ve jî Tirkiye dibêje di encama êrîşê de sivîl hatine kuştin û hijmareke zêde xelkê deverê jî berê xwe daye ser sînorên Tirkiyeyê.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan gefa vê yekê li Esed kiribû ku eger operasiyonên xwe yên bo ser Îdlibê berdewam bike vê demê artêşa Tirkiyeyê bersifa rejîma Esed bide.

Di 8ê vê mehê de her yek ji Serokê Rûsye û Serokê Tirkiyeyê derbarê Îdlibê de civiya bûn û agirbest ragihandibûn û agirbest di 12 vê mehê de ketibû meriyetê.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.