Ji bo Ferhat Tunç 9 sal ceza dixwazin

Hunermendên Kurd jî rastî zextên hikûmetê tên
کوردستان TV
100%

Bi sûcdariya ku “propaganda rêxistina terorê kiriye" ji bo hunermend Ferhad Tunç ê Dêrsimî 9 sal û 4 meh ceza dixwazin.

Doza Ferhad Tunç li dadgeha cezayê giran ya 36emîn ya Îstenbolê dimeşe. Ferhad Tunç ji derve tê darizandin û parêzerê wî pêre bû. Sedema ku jê re ceza dixwazin; di ser hesabê xwe yê Twitter û Instagramê de, di salên 2015 û 2016an de,bi rêya weşanê propaganda PKK/KCK û YPG/YPJê kiriye.

Ferhad Tunç û parêzerê wî di dema darizandinê de gotin ku beyana fikr û ramanan ne sûce û cezaxwestina bo van tiştan li dijî qanûna ye. Celsa bê dane rojeka pêş.

Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.