Mehmed Kaya: Divê Tirkîye rûpelekî nû veke

di civîna DÎTAMê de behsa prosesa çareseriyê hate kirin
کوردستان TV
100%

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle (DÎTAM), bi navê “Di pêvajoyên aştiyê de rola Rêxistinên Sivîl ên Civakî“ li Amedê civînek giştî li dar xist.

Ev projeya ku di 2016an de li Amedê bingeha wê hat avêtin û li bajarên cuda xebata xwe didomîne, hewl dide ku Rêxistinên Sivîl ên Civakî hişyar bike, wan tev li xebatên xwe bike da ku ew rêxistin li dijî şer bêdeng menînin û bi xebatên xwe yên sivîl û civakî ve xizmeta aştiyê bikin.

Serokê DÎTAMê Mehmed Kaya, anî zimên ku bi avakirina vê projeyê wan xwestiye ji bo çareseriya pirsa Kurd û bidawîanîna şer dezgehên sivîl çalaktir bikin û tevnek aştîyê  biafirînin. Kaya, herweha anî zimên ku armanca wan a yekem li herêmê (Bakurê Kurdistanê) Yekîtiya Civaka Sivîl pêk bînin, armanca duyem heman tevna civakî li seranserê Tirkîyê pêk bînin û armanca sêyem jî vê tevna civakî bigihînin asta navnetewî.

Mehmed Kaya, di axavtina xwe de behsa helwest û siyaseta AKP û Kurdan kir, anî zimên ku “bi bêdengkirina civaka sivîl û polîtîka li ser dijminatîya Kurdan wê AKP negihîne tu çareserîyekê“ û got: “AKP bi xwe digot ku polîtîkayên salên 90î pirsa Kurd aniye vê astê. Divê AKP ji bîr neke ku Rêxistinên Sivîl ên Civakî di serketina wê de rola herî mezin lîztine. Le xuyaye wê operasyona ser Efrînê û pêşketinên ku li welêt dibin, ji bo polîtîkayên navxweyî bikin alav hacet“.

Kaya, rexne li siyaset û polîtîkayên AKP girt û got: “Di pêşavoja çareserîyê de du alî hebûn, Tirkîye û rêxistina çekdar. Lê niha rewş cuda ye û di ser Sûrîyê re xwe gihand astek navnetewî. Ji ber vê, divê Tirkîye li Rojhilata Navîn ji xwe re polîtîkayek Kurd pêk bîne“.

Mehmed Kaya, di axavtina xwe de bala Tirkiyê kişand ser hebûna pirsa Kurd û anî zimên ku “Kurdên Iraq û Sûriye jî di nav de, divê Tirkîye di pirsa Kurd de rûpelekî nû veke û divê asta wê ya navnetewî jî bigre ber çav“.

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.