Pekîn: Pirsa Kurd çareser nebe em nikarin bi rehetî bijîn

Jeneralekî teqawid dibêje heta pirsa Kurd çareser nebe Tirkiye aram nabe
کوردستان TV
100%

Pirs û pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ne tenê serê Tirkan û dewleta Tirk dêşîne. Ev pirs pirsa Rojhilata Navîn e û ji ber vê jî, serê dinyayê bi xwe jî dêşîne. Heta pirsa Kurd û Kurdistanê bi awayekî neyê çareserkirin, ne Tirk, Ereb û Ecem karin rehet bijîn, ne jî Rojhilata Navîn aram û ewle dibe.

Korgeneralê derkenar û Alîkarê Serokê Partîya Vatan Îsmaîl Hakki Pekîn, beşdarî bernameya rojnamevana Tirk Şîrîn Payzin bû û di derbarê rewşa Sûrîyê û Kurdan de nerînên xwe anîn zimên.

Pekîn, pirsa Kurd wek pirsek pir girîng û jiyandar hesiband, jiyanek rehet û hêsan bi çareserîya pirsa Kurd ve girêda û got: “Heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin, em nikarin li ser van xakan bi rehetî bijîn“.

Îsmaîl Hakki Pekîn, ku alîkarê serokê Partîya Vatan Dogu Perînçek e jî, di derbarê rewşa Sûrîyê de jî axivî bal kişand ser girîngîya mijara Kurd û Kurdistanê.

Pekîn, anî zimên ku êdî Sûrîye nikare vegere ser sêhra berê û got: “Amerîka û Rûsya li ser federasyona Sûrîyê li hev kirine. Êdî Sûrîye nikare bibe wek berê. Pirsgirêka Tirkîye jî PKK û PYD ye. Lê Fransa û Îngîltere bi çavê rastîyek civakî li mijara Kurd dinerin û dixwazin hebûna vê rastîyê bê çareserkirin. Divê em bi çavên wan li pirsa Kurd binerin û pirsa Kurd çareser bikin. Heke ev pirs û pirsgirêk neyê çareserkirin, şansê me tuneye em bi rehetî li ser van xakan bijîn “.

Îsmaîl Hakki Pekîn, ku di şerê li dijî PKK de jî xwedî serpêkatî û pispor e, niha di nava Partîya Vatan a Dogu Perînçek de wek alîkarê serok siyasetê dike. Wek tê zanîn, Dogu Perînçek dostekî Avdullah Ocalan e û gelek caran li Sûrîyê serdana Ocalan kiribû. Lê çi hikmet be Perînçek îro dijminatîya herî mezin li dijî Kurdan dike û ji ber vê yekê jî bûye destebra û hevkarê Erdogan û Bahçelî.

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.