PDK: Em dixwazin hilbijartinên Kurdistanê beriya yên Iraqê werin kirin

PDK dibêje lazime hilbijartin li Kurdistanê were kirin
کوردستان TV
100%

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goranî îro yeşemê ragihand ku partiya wî dixwaze ku hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê berî hilbijartinên Parlementoya Iraqê werin lidarxistin.

Goran di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku partiya wî civîneke berfireh li dar xist û dosyayek amade kir daku hilbijartinên li Kurdistanê di çend mehên bê de were lidarxsitin lê wiha diyar e ku bidestxistina serkeftineke xurt di hilbijartinan de dê ne ji PDKê û ne jî ji partiyên din re dê ne hêsan be".

Biryar bû ku hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di 1ê vê mijarê de bihatina lidarxistin lê Parlementoya Kurdistanê biryar da ku dema xwe bo 8 mehan dirêj bike.

Hêjayî gotinê ye ku 15 milyon dolar ji pêkanîna Parlementoya Kurdistanê re lazim in û  Komisyona Bilind a Hilbijartin û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê teez dike, eger hilbijêr werin tomarkirin, hilbijartin dikarin di nava 3-4 mehan dê pêk werin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.