Nivîskarê Tirk: Garantiya Amerîkayê Kurd in

Rojavayê Kurdistanê bo Amerîkayê garantiye
کوردستان TV
100%

Profesorê Zanîngeha Ankara û nivîskarê Tirk Îlhan Uzgel, di nivîsa xwe ya di Gazeteduvar de li ser rewşa Sûriyê, Rûsya û Amerîkayê rawestiya û anî zimên ku Amerîka li Sûriyê mayînde ye û jê dernakeve.

Îlhan Uzgel, di nivîsa xwe de bawer e ku „Rûsya û Amerîkayê li ser Sûriyê li hev kirine, Amerîka li Sûriyê mayînde ye û ji bo vê yekê jî xweseriya Kurdan li Sûriyê şert e“.

Uzgel, di nivîsa xwe de dibêje: „Destkeftina Amerîka ya herî mezin ew bû ku bi saya serê Kurdan li Sûriyê bi artêşî bi cîh bû.

Bi vî awayî, ji dema şerê sar û heta niha cara yekem e ku li welatekî nêzîkî Rûsyayê 10 baregehan ava dike. Êdî eşkere ye ku piştî şerê DIŞIê jî wê ew baregehên leşkirî li Rojavayê Feratê bimînin. Tiştê ku mayîndeya Amerîkayê li Sûriyê garantî û misoger dike jî xweseriyek e. Amerîka di vê derbarê de pir hesas û ji ber vê ye ku giraniya xwe dide HDS“.

Li gor Îlhan Uzgel, heke Amerîka dev ji Kurdên Sûrîyê berde, wê li Rojhilata navîn derbek mezin bixwe û wendabûnek mezin bijî û dibêje: „Şert û mercên senaryoya ku Amerîkayê li Iraqê anî serê Kurdan, li Sûrîyê ne mimkin e. Ango, di bin şert û mercên îro de Amerîka nikare terka Kurdên Sûriyê bike.

 Li Sûriyê hebûna Amerîkayê bi xweserîya Kurdan ve girêdayî ye û di şertên îro de Amerîka nikare dev ji van destkeftîyên xwe yên stratejîk berde. Heke Amerîka li Sûriyê terka Kurdan û destkeftîyên xwe yên stratejîk berde, wê li hember Rûsya û Îranê bi temamî têk biçe“.

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.