Eger Tirkiye li dijî Kurd siyaset nekiriba vê gelek bihêztir biba

Tirkiye xwe nêzî neyarên Kurdan dike lê xwe lawaz dike
کوردستان TV
100%

 

Rojnameger û nivîskar Fehim Işik ragihand ku tiştên di rojên dawî de li Erebistana Siûdî qewimîn bi taybetî Libnan, Îran û Hîzbûlaha Libnanê eleqedar dike û şerê li Libnanê diqewime şerekî mezhebiye.

Herwiha Işik destnîşan kir ku eger Tirkiye siyaseta xwe li dijî kurdan nemeşanda dê li Rojhilata Navîn bihêztir bibûya.

Rojnameger û nivîskar Fehim Işik li ser şerê li Libnanê û geşedanên dawî yên li Erebistana Siûdî, siyaseta Îranê û Tirkiyeyê li herêmê ji Sputnik re nirxandin

Işik destnîşan kir ku niha li Rojhilata Navîn şerekî meshebî heye û got: "Bi taybet aliyên radîkal ên mesheban li dijî hev şerekî tûnd dikin. Di nav vê şerê meshebî de, yê ku doza mafê xwe dikin û şerê meshebî nakin kurd in.

Kurdan wekê miletekî qedîm ên Rojhilata Navîn doza mafê xwe kirin. Em dikarin bibêjin kurdan him li Rojava him jî li Başûrê Kurdistanê daxwaza mafê xwe kirin. Lê mixabin bi derketina şerê DIŞIê ev yek hat paşxistin û pêşeroja wan jî niha nediyar e."

Işik wiha pê de çû: "Tiştên ku di rojên dawî de li Erebistana Siûdî qewimî, Libnan, Îranê û bi taybetî jî Hîzbûllaha Libnanê eleqeder dike. Niha em dikarin bibêjin ku şer bi eşkere dest pê kiriye û ne şerê wekaletê ye, êdî di navbera dewletan de xwe dide nîşandan.

Ewil şerê li Libnanê bi rêya wekaletan ango bi piştgiriya rêxistinên li Rojhilata Navîn wekê Heşda Şebî, DIŞIê û rêxistinên tundrew pêk dihat. Lê niha êdî dewlet rasterast hatine hemberî hev. Erebistana Siûdî bi awayekî vekirî amadekariya dijberiya Îranê dike ango dijberiya xeta şîeyan yê li Rojhilata Navîn dike."

Fehim Işik diyar kirk u, "Eger şerekî mezin li Libnanê biqewime, em nikarin ji niha ve derbarê wî rewşî de tiştek bibêjin.

Lê em vê yekê dikarin bibêjin ku di pêşerojê de diyar e bi hevkariya Amerîka û welatên Rojava dor li Îranê were girtin. Çimkî Îran li Rojhilata Navîn her dice bandora xwe zêde dike.

 Îro ji Tehranê heta Libnanê xetekî hatiye avakirin û Îran dikare bê astengî biçe Libnanê. Ev yekî jî ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn xetere tê dîtin."

Nivîskarê kurd ragihand ku, "Di vir de rola Tirkiyeyê jî heye.

Tirkiye di destpêkê de bi aliyên sunnî yên tundrew re meşiya. Polîtîkaya Rojhilata Navîn a Tirkiyeyê rewşa li wir aloztir kir. Bi rastî nakokî gelek zêde kirin. Piştî ku radîkalîzma sunnî têkçû, Tirkiye bi radîkalîzma şîeyan re hevkariyê da destpêkirin. Ev yek jî dostê Tirkiyeyê guherand. Beriya niha dostê herî qedîm a Tirkiyeyê li Rojhilta Navîn Erebistana Siûdî bû, lê niha bûye Îran.

Di vir de Tirkiyeyê nizanê çi bike.

Li ser xeta Erebistanê bisekine an jî li ser xeta Îranê, niha dudiliyê de maye. Em dikarin bibêjin ku welatê herî ku pirsgirekê wî heye ye, bi rastî jî nizane êdî çibike.

Işik wiha pê de çû: "Tirkiye di serî de şaşiya herî mezin di siyaseta kurdan de kir. Eger Tirkiye li dijî kurdan siyaseta xwe nemeşanda, ji bo ku kurd nebin desthilatdar û azadiya xwe bi dest nexin û nebûna asteng û li gorî vê siyasetê nemeşandina û bi awayeke din bi kurdan re bimeşanda mînak pêvajoya çareseriyê dewam bikira, têkiliyê xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikira, dikariya vê yekê ji bo aştiya Rojhilata Navîn him ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn dikariya bikar bianiya.

Lê Tirkiye vê yekê nekir. Eger Tirkiye siyaseta xwe li dijî kurdan nemeşanda dê li Rojhilata Navîn bihêztir bibûya. Dijminatiya Tirkiyeyê li dijî kurdan, têk biriye. Eger ev dewam bike dê Tirkiye lawaztir bike."

Sputnik

 

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.