Tirkiye operasyona Efrînê beyî Rûsya û Sûriyeyê nikare pêk bîne

Tirkiye nikare bêyî Rûsiyayê li dijî Efrînê operasiyonê bike
کوردستان TV
100%

 

Mamosteyê Zanîngeha Dicleyê Vahap Çoşkun ragihand ku Tirkiye niha hewl dide bi Îranê re operasyoneke hevpar li Qendîl û Şengalê li dijî PKKê pêk bîne, lê heta niha Îran tiştek wiha qebûl nekiriye.

Çoşkun li ser operasyona li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê jî eşkere kir ku Tirkiye heta Rûsya û Sûriyeyê qane neke, nikare operasyonê li herêmê pêk bîne.

Mamosteyê Zanîngeha Dicleyê Prof. Vahap Çoşkun li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, "Eger dewletên desthilatdar di mijara PKKê de li Şingal û Qendîlê tiştên pêwîst nekin, em ê wan deran serûbino bikin." Ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku, "Ji xwe Tirkiyeyê herdem operasyonan li dijî Qendîlê pêk tîne. Erdogan di wir de behsa berfirehiya operasyonên leşkerî li herêmê dike.

 Beriya niha Erdogan dîsa daxwaz kiribû ku bi Îranê re operasyoneke hevpar li dijî hebûna PKKê ya li Qendîlê pêk bîne. Lê ev yek ji aliyê Îranê ve nehatibû qebûlkirin.

Niha dîsa hewldanên operasyona hevpar her diçe zêdetir dibe. Lê heta niha ji Îran û Iraqê li ser vê daxwazê ti tişt nehatiye qebûlkirin."

Vahap Çoşkun wiha pê de çû: "Herwiha heta niha ji bilî operasyonên bi sînor li dijî PKKê ji Tirkiyeyê û Îranê pêk nehatine û niha jî operasyoneke berfireh û mezintir nayê dîtin ku pêk were.

 Eger hevkariyekî di navbera her du welatan de çêbibe, dibe operasyoneke berfireh pêk were û eger mutaqabatekê di navbera wan de çênebe, dê wekê berê operasyon dewam bikin."

Çoşkun li ser helwesta Tirkiyeyê bo Efrînê jî got: "Niha Tirkiye helwesta xwe piranî li herêmên Îdlîb û Efrînê zêdetir dide nîşandan. Ev yek jî ji xwe encama hevdîtinên Astanayê ku bi Rûsya û Îranê re tevdigerê ne.

Ev jî operasyoneke bi sînor e. Wekê ku tê zanîn ji 500 leşkeran û avakirina cihên şopandina agirbestê pêk tên.

Li Efrînê jî eger Tirkiyeyê rasterast bixwaze operasyonek li dijî Efrînê pêk bîne, divê beriya ewil hevkarê xwe yên li Sûriyeyê qane bike. Mînak heta hikûmeta Sûriyeyê an jî Rûsyayê destûrê nede, ne mimkûm e ku Tirkiye operasyon li Efrînê pêk bîne."

Li ser operasyonên Tirkiyeyê bo herêmên kurdan gelo sere kurd-tirkan dide destpêkirin an ne de Çoşkun wiha pê de çû: "Ez îxtîmaleke wiha nabînim. Divir de Tirkiye tenê dixwaze şerê li dijî PKKê bide dewam kirin.

Sputnik

 

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.